| AHMET 的个人资料kobani照片日志列表 | 帮助 |
|
kobaniwen be xer hatene ser malpere kobani 4月25日 قصص قصيرة جدا- احتساء النوم
أنين بعدة لغات
المرأة العتيقة ,التي أدركت فيما بعد؛ أن جل عمال مدينتنا هم من العرب , أقسمت يمين أهل الشمال ؛ بأنها لم تكن تدري ان المدينة كانت تئن – خرقا للظاهر- بغير لغة امها !!
مهاجران
هو, راح يبحث عن صحائف جواز سفره المتشظية في معابر المكان؛فاغتالته المسافات!!! هي, راحت تبحث عن سندبادٍ تعب من بلاد الفساد ؛ فغرقت في ندى رصيف أول محطة!!!
كل عام و الوقت يمر في صبيحة الفاتح من الزمن المتغيرابدا , وحدهما التاجر و عامل النظافة عرفا ؛ كم مرة اغتصبت ابنة الكرم و شقيقاتها على موائد سكارىالوقت...
فالنتين الناسك شمرعن شفتيه ليتوضأ بندى القبل,وعندما أدرك أن الآخرلن يأتي ؛ يممها بدخان لفائف تبغه, وبدأ صلاته وحيدا , خلف محراب شباط قادم...
حلم لن يتحقق كان العرص, يتمنى ان تتحول جميع ينابيع الأرض الى نبيذ وبيرة !!! فقيل له: ويحك ! اما تذكرت ابريق وضوء الناسك وجرن القس , و قطرات للرضع ومثلها لحمام الطير والياسمين !!! احتساء النوم لم ألتقيه منذ زمن بعيد؛ ليس بعيدا جدا , وانما قبيل حلول الفساد على البلاد بنصف ساعة. شربنا ولما باغتته قوارير بطة عفرين؛ لعن المساء والأسماء!!! فقلت له: اذا كان مساءك حزينا, فأي نوم تحتسيه جميل...
البقاع الغربي لبنان 2006-أيلول-عبدالرزاق سليم
4月2日 şiir
3月29日 Hunermendê ciwan Teyar
BAJARê KOBANî
Gotina kobanî ji gotina ( kempenî ) ya zimanê Inglîzî hatiye û wateya gotina kempenî bi zimanê kurdî besgehe, di navbera sal 1910 - 1920 de besgeha Almanî ya xêzên hesinê tirênan besekî xwe li desta Sirûcê û li bakurî kasê Mistenûr û di navbera kaniyên Misid û Ereban de danî, bo nêzîkbûna besgehê bibe ji kasê Mistenûr û ji bo ku jê biksîne keviran bo çespandina xêza hesinî ya tirênê û xêzek dirêjî kasê Mistenûr kir, ji bo tirên karibe here jê keviran biksîne.
Di pistî dirêjkirina xêza hesinî ya tirênê û dawiya amedekirina wê, danîngehek tirênê li wê herêmê hat çêkirin, ew herêm bû cihekî zor pêwist, ji ber danîngeha tirênê û ava herdu kaniyan û hêdî hêdî bû cihekî rêwîtî û bazirganî yê qenc û girîng û millet ji gundan dihatê û mal û firosgeh lê lêkirin, wisa bû bajar û bi zimanê kurdî nav lê bû Kobanî.
Xaknîgariya Kobanî di neqsa cîhanê ya niha de ketiye nav welatê Sûriyê, di parêzgeha Helebê de ye, li bakurê wê sînorê dewleta Turkiyê ye li basûrê wê sînorê parêzgeha Reqayê û saxa Sirînê ye, li rojhilata wê sînorê herêma Tilebyede, li rojavayê wê sînorê Herêma Cerablusê û çemê Ferate. Kobanî dikeve koka kasê Mistenûr ya bakur û tev dikevin hindirê desta Sirûcê. Bêtirî 350 gundên Kurdan di herêma wê de ye, ji wan gundan gellek kevnar û bi saristanîne, wek gundên: Helinc û Tilêcib, Tilxezal, Bozîk, Xanmemed, Sixur, Qilhedîd, Qinê, Qûmliq û gundê herî navdar gundê Sêranê ye, yê ku dîroka saristaniya wî vedigere 700 sal berî dîroka zayînê. Wateya navê wî ji navê Sêr hatiye, ji ber ku gellek Sêrên kavilîn ji kevirî res lê hebûn û gis hatin dizîn, yek ji wan Sêran li ber dergehê Gulîstana Resîd li bajarê Reqayê ye û hinek ji wan di entîkxana Helebê da ne û gellek ji kavilên Sêranê di entîkxana Lover de li bajrê Parîs in.
Milletê Kobanî di nav gelê kurd de bi navê Berazan tê nasîn û di nav hev de bi navê êlên: Kêtik, Sêx, I’llêdîn, Mi’ef, Zirwar, Ox, Sedad û Pîjan. Niha rola êlîtiyê kêm bûye û milletê Kobanî dibe milletekî bajarî û saristanî.
Di çand û toreya kurdî de gelek xortên wê wek stêran li asîmanê çanda kurdî dibrûsin ji wan: Sehînê Bekirê Soreklî, Dilbixwin Dara, Rêberê Kobanê, Can Bapîr, Dilsoz, Jan Dost, Salih Bozan, Salih Demîcer û helbestvanê mezin Bêbuhar.
Di huner û mûzîka kurdî de jî gelek hunermendên Kobanî ketine rêza yekem, çi di awaz û çi jî bi deng û sazbendiya xwe, ji wan Resîd û Xalid Sofî, Mistefa, Baran û Ze’îm Kendes, Ehmedê Çep, Kardox Beyro, Siyamend Oskullî û Hozan û gelekên din. Pirraniya van hunermendan li ser rûpelên rojname û kovar û televîzyonan tên xuyakirin.
Çawa ku ava kaniyên Kobanî desta Sirûcê ji xwe re kiribûn mêrg, û çawa keç û xortên Kobanî kasê Mistenûr ji xwe re kiribûn seyrangeh, wisa jî gellek keç û xortan xebat û karê konevanî (siyasî) ji xwe re kirine kar gellekan can û xwîn kirin diyarî, di ber doz û netewa gelê kurd de, û pir bi salan bûn mêvanên zindanan û girtiyên girtîngehan.
Folklora kurdî bi taybetiya xwe ya Kobankîn zengîne, di çîrok û stran û metelok û destanan de, dikeve nav folklora Kurdistanî û bi xwe re zengîn dike, ji wî folklorî yê ku di bîranînê de dimîne, tomarkirina destanên evînî Mem û Zîn, Xec û Siyamend, Dewrêsê Evdî, Delalê Edûlê û Xem Êmosa Evdî bi dengên dengbêjên folklorî: Baqî Xido, rehmetî Misoyê Bekebûrê, Xidirê Hebesê, Havizê Kor û bi deng û sazbendiya kemancê Hemedê Dûman û tembûra Hemedê Hadî.
Belê Kobanî herêmeke bingehîne ji sê herêmên bingehîn yên rojavayê Kurdistanê, taybetiyeke wê di çand, huner, dîrok, folklor, gerdis û ziman de heye, û di nav gelê kurd de bi zengînbûna saristaniya herêma xwe ya kurdî (kurdayetî) tê nasîn.
Wisa wekî ku pir bajar li ber avê û li ser destan û di kokê Kas û çiyan de çê bûne, di dîroka gerdûnê de, bajarê Kobanî jî di navbera herdu kaniyên xwe de û di hembêza desta Sirûcê de û di koka kasê Mistenîr de çê bûye.
|
|
||||||||||
|
|