AHMET 的个人资料kobani照片日志列表 工具 帮助

AHMET AHMET

尚未添加列表。

kobani

wen be xer hatene ser malpere kobani
第 1 张,共 8 张
4月25日

قصص قصيرة جدا- احتساء النوم

 

 

أنين بعدة لغات

 

      المرأة العتيقة ,التي أدركت  فيما بعد؛ أن جل عمال مدينتنا  هم من العرب , أقسمت يمين أهل الشمال ؛ بأنها لم تكن تدري ان المدينة كانت تئن – خرقا للظاهر- بغير لغة امها !!

 

 

مهاجران

 

هو, راح يبحث عن صحائف جواز سفره المتشظية في معابر المكان؛فاغتالته المسافات!!! هي, راحت تبحث عن سندبادٍ تعب من بلاد الفساد ؛ فغرقت في ندى رصيف أول محطة!!!

 

كل عام و الوقت يمر

في صبيحة الفاتح من الزمن المتغيرابدا , وحدهما التاجر و عامل النظافة عرفا ؛ كم مرة اغتصبت ابنة الكرم و شقيقاتها على موائد سكارىالوقت...

 

 

فالنتين الناسك

شمرعن شفتيه ليتوضأ بندى القبل,وعندما أدرك أن الآخرلن يأتي ؛ يممها بدخان لفائف تبغه, وبدأ صلاته وحيدا , خلف محراب شباط قادم...

 

حلم لن يتحقق

كان العرص, يتمنى ان تتحول جميع ينابيع الأرض الى نبيذ وبيرة !!!    فقيل له: ويحك ! اما تذكرت ابريق وضوء الناسك وجرن القس , و قطرات للرضع ومثلها لحمام الطير والياسمين !!!

احتساء النوم

لم ألتقيه منذ زمن بعيد؛ ليس بعيدا جدا , وانما قبيل حلول الفساد على البلاد بنصف ساعة. شربنا ولما باغتته قوارير بطة عفرين؛ لعن المساء والأسماء!!! فقلت له: اذا كان مساءك حزينا, فأي نوم تحتسيه جميل...

 

 

البقاع الغربي لبنان                                                                                                                          

                                                                                     2006-أيلول-عبدالرزاق سليم                                                       

                                                                                                     

 

4月2日

şiir

                      QEDER                

            Ew çe qedere ku ke sıba deur

                         keten hebe

           Qe meyne bale xa ku ew çiroke

               de va dale dare decerefen u

                   de va pelgen dekevenda

                               deqede

              Qe meyne bale xa ku xaşek

                  buna te de wa peure tey

                     herir wexte telen sepi

                    dekevene ke da deqede

              Evina ki weke vi evini ancağ

                   de merene da beqede....

                                      

                                               bozan                         

                     


   

               

 

                     HESRET

     Te qe nedi ew hesre mene ku

             ce buy te de hatın

   Te qe nezane bu wexta ku ez be

           defekerim deketeme

              xayalan u de çum

   Te qe ihsas ne buy ku ez de orte

        çole da weke ku men bire

      baxçe gülan deker men bire

                         te ker

 

                                     bozan

3月29日

Hunermendê ciwan Teyar

Hunermendê ciwan Teyar: Dixwazim   muzîka herêmê bi zimanê kurdî pêşkêş kim


Hunermend Teyar kî ye?
Teyar him navê min î ku ez pê tême naskirin, e, û him jî navê min î hunerî ye. Ez di sala 1979ê de li gundê Dadalî li herêma Kobanî ji dayik bûm. Min xwendina xwe ya serete li Kobanî qedand û piştre hatim çûm bajarê Helebê û ta ana ez li wir dijim. Di sala 2004ê de, min lîsansa wêjeya erebî de stend.
Jiyana min a hunerî di 12-saliya min de bi stranên hunermendên kurd ên navdar di wê demê de, wek Mihemed Şêxo, Mihemed Teyb Tahir û yên din dest pê kir.
Li bajarê Helebê min bêtir kanibû bi kûranî di mûzîkê de biçim û min gelek awayên muzîkê nas kirin. Niha jî ez di Komîteya Rewşenbîrên Serbixwe de berpirsyarê karê hunerî me û min dest bi xwendina muzîkê ya akademî kiriye.

Di muzîka Rojhilata Navîn de tu fêrî çi rengên muzîkê bûyî û xwe bêtir di kîjan rengî de dibînî?
Ez dikarim bibêjim ku min di jiyana xwe ya hunerî de gelek rengên muzîkê nas kirine û ez fêrî wan bûme, ji erebî, kurdî, tirkî û bi taybet farisî, ya ku min bêtir xwe tê de dît û xama dengê min nêziktirî wê ye.

Yanî em kanin bêjin stîla muzîka te farsî ye?
Berî ku stîla muzîka xwe bidim nasîn, ez dibêjim muzîka min ew zimanê canê min e yan jî ew neynika hastên min e, ji ber ku hest ew zanyarê herî mezin ji hunerê re ye, lewra hastên min min dajon ser stîla ku ez pê awazên xwe datînim. Lê tevî vî gîşkî, ez dibînim ku awazên min bi ser arabêsk de diçin.

Ka em hinekî li ser berhemên te biaxifin. Min bihîstî ku te bi xwe awazd dane piraniya stranên xwe?
Belê. Ji berê de min dixwest ez wergerevanê hestê xwe bim di stranên xwe de û min kanî di jiyana xwe ya hunerî ya kin de gelek awazan çêbikim, hinek ji wan bûn berhemên kasêta min a yekemîn ”Hey Jînê” û ana ez gelekên din amade dikin ji kasêteke nû re.

Em hinekî li ser jiyana te ya rojane deng kin..
Tu zanî ku ev welat bûye welatê mişk û maran û jiyana rojane jî wekî bablîsokê ye û di vê rewşê de muzîk daxwazên me yên aborî pêk naynin .... Ji ber vê yekê ez bi hewceyî karekî bûm. Ez mamosteyê toreya erebî me, lê ew jî ne li gor kêfa dilê min e, lê çi bikim?

Niha te ji kasêta xwe ya duyem re çi amade dikiye?
Min geleg stranên nû amade kirine û awazê van strana bi tevahî yên min in... Niha ez li ser awaza strana ”tu çûyî” de dixebitim û ez tomara wê ya ku hîn belav nebûye, diyarî Malpera Amûde dikim.

Hunermend Teyar tu kîjan amurên (alet) muzîkê bi kar tînî?
Bi xwe ez destpoşê tembûr, bilûr û udê me, lê ez xwe bêtir di aleta ûdê de dibînim, ji ber ku ew ya tevî bilayantir e di nav aletên herêmê de li gor nêrîna min û ew kane hestên min wergerînê di muzîkê de bi rengekî fereh.

Di mûzîka xwe de tu kîjan hunermendî ji xwe re wek rêber dibînî?
Ez bi xwe dibînim ku folklor û kevnetora me ya muzîkê pirr zengîn e û hêja ye ku ji xwe re bibînim wek rêberê yekemîn, lê dîsa kanim bêjim ku ez bi muzîka hunermendê mezin Feqiyê Teyra (Nîzamedîn Ariç) esirîme û wek ku min di destpêkê de got, ez xwe bêtir di mûzîka farisî de dibînim, wek a Mihemed Rîda Şeceryan û Şehramê Nazirî.

Te got ku folklorê me zengîn e. Li gel vê yekê, ta kîjan radeyê hunermendên kurd ên ciwan muzîka kurdî diguherînin û mohra xwe lê dixin?
Nasnameya muzîka her miletî di folklorê wî de ye, lê mejî hindik ji folklorê xwe sax kiriye, tevî vê li vir (Kurdistana Suriyê) hunermendine hene kanîbûn pareke mezin ji folklorê me sax bikin û mohra xwe li ser bixin, wek Miço Kendeş, Ehmedê Çep û apê me Baqiyê Xido, û ji nav ciwanan jî hunermend Hisên Seyda û Şad. Van herdu hunermendan du kasêt derxistin, ji wan gelek stran vejîn bûn ji folklor.

Di vî warî de çi astengî di riya we de hene û dibin kelem li pêşiya we?
Ez bi kurtî astengiyan ji te re bijimêrim:
Astenga herî mezin ew e ku tu saziyên fermî hunera kurdî hembêz nakin. Tevlî hebûna hin televizyon û radyoyên kurdî jî, lê piraniya xebata me dimîne di tariyê de û herêma hunermendî derbas nake.
Kêmbûna hejmara hunermendên akadîmî bûye qelsiyek mezin di muzîka kurdî ya nûjen de. Ji alîkî din ve, guhdar bûne bindestê muzîka satalaytên erebî û klîpên wan ên pûç. Û ya dawî, rewşa aborî ya li paş.

Li gorî vê rewşê, hêviya te ya yekemîn çi ye?
Hêviya min ew e ku ez muzîkeke nuh li dervey sînoran derxim û ew bibe dergûşek, laşê wî ji hemû hunera herêmê be, lê zimanê wî kurdî be.


- Malpera hunermend Teyar:
www.teyar.netfirms.com

 

                                                    Free Image Hosting at www.ImageShack.us  


 

      Xwendekarê  zanîngeha  Helebê
      şahiyek xelatkirinê li dar  xistin

 

Ev cara yekemîne ku şakiyek di bin navê (şahiya xelatkirinê  )ji aliyê komîtek serbixwe ji xwendekarên kurd li zanîngeha Helebê tê li dar xistin û wan karîbû bala pirr sazîyan bikşan da ser karê xwe û ev gav bibe ciyê rûmetê li cem kurdê sûryê.

Di encamê bi qasî 22 rewşenbîr " kurd û ereb " tevlî konserê bûn , û 600 kes hazir bûn wek tamaşevan.

 Di vê şahiyê de du hûnermende giran buha di nav gelê xwe de hatin xelat kirin

Yek ji wan BAQi XIDO dengbêjê destana : edûlê - mem û zîn – bê mal - dewrêşê evdî      

u ji ber ku temenê Baqî Xido "Bavê Evdelê "bûye94 sal û ti cara di jiyana xwe de nehatiye xelatkirin û pirr stranên wî wenda ne l(bêtir tê naskirin di herêma KOBANi de ) , lewra komîtê xwest wî kelat bike .

Hûnermendê din  MEHMUD EZIZ xwedî gelek awaz û stran di hûnera kurdî de

programa şahiyê fireh bû bi beşdariya hûnermend Teyar (xwdî strana Hey jinê ya ku gelekî belav bû di nav kurdê sûriyê de ) û Cemîl Mûrad (wî jî karîbû tamaşevana rake ser pêlên awazên xwe û bi taybetî bi strana yara minê .

koma şano jî şanoyek bi zimanê Erebî pêşgeş kir bi navê (مذكرات رجل من هذا الزمان )

(( lîstekvanên şanoyê li gor derketinê " Mustefa Mûsa – Mustefa Elmehmûd – Mesûd Ebdî – Ferzat Ehmed - Sadiq şêxo – Hisên Margo ))

di dawiya konserê de sê sikêtşe bê deng hatin pêşgeşkirin ji aliyê koma şano .

tê gotin ku gelek nameyên spasiyê û rûmetkirinê hatin ji komîtê re wek Kurdistan tv, roj tv , radio song , koma dicle .

 

 

liser van lînkan hûn dikarin li vidyo ya konserê tamaşe bikin pêşgeşkirina konserê

 http://teyar.tripod.com/peshgesh.rm

xelatkirina Baqî Xido

http://teyar.tripod.com/baqi_xido.rm

stran: teyar 

 http://teyar.tripod.com/teyar.rm

stran: cemil murad

 http://teyar.tripod.com/cemil_murad.rm

 


 

                    

               Dengbêjê Deşta Sirûcê Baqî Xido

 

Baqî Xido dengbêjekî mezin e.

 Ew yek ji wan dengbêjane ku bi dengê xwe klasîkên, destan û serpêhatiyên Kurdan parastiye.

 Baqî Xido di sala 1920 de li bajarê Kobanî ji dayîk bû ye.

Wî di sala 1995 de ji ber sedemên nexweşiyê dest ji dengbêjiyê berda.

Jiyana Baqî Xido di feqîrî û perîşaniyê de derbas bû ye.

Di dengbêjiya wî de rola Mihemedê Dûman (jêre li Kemanê dida) û Mihemed Gulî (li tembûrê dida)

 gelekî mezin e.Di jiyana Baqî Xido de, ku hema hema U be sedan kasete we hene.

  Ew bi stranên weke Delalê Edûlê, Dewrêşê Evdî, Bêmal, Mem û Zîn, Teyar, Lo Dilo û gelekên din navdar e.

Baqî Xido li seranserê Deşta Sirûcê, heya Ruha, Entab û Cizîrê bi nav û deng e.

BAJARê KOBANî

 

 

Gotina kobanî ji gotina ( kempenî ) ya zimanê Inglîzî hatiye û wateya gotina kempenî bi zimanê kurdî besgehe, di navbera sal 1910 - 1920 de besgeha Almanî ya xêzên hesinê tirênan besekî xwe li desta Sirûcê û li bakurî kasê Mistenûr û di navbera kaniyên Misid û Ereban de danî, bo nêzîkbûna besgehê bibe ji kasê Mistenûr û ji bo ku jê biksîne keviran bo çespandina xêza hesinî ya tirênê û xêzek dirêjî kasê Mistenûr kir, ji bo tirên karibe here jê keviran biksîne.

 

Di pistî dirêjkirina xêza hesinî ya tirênê û dawiya amedekirina wê, danîngehek tirênê li wê herêmê hat çêkirin, ew herêm bû cihekî zor pêwist, ji ber danîngeha tirênê û ava herdu kaniyan û hêdî hêdî bû cihekî rêwîtî û bazirganî yê qenc û girîng û millet ji gundan dihatê û mal û firosgeh lê lêkirin, wisa bû bajar û bi zimanê kurdî nav lê bû Kobanî.

 

Xaknîgariya Kobanî di neqsa cîhanê ya niha de ketiye nav welatê Sûriyê, di parêzgeha Helebê de ye, li bakurê wê sînorê dewleta Turkiyê ye li basûrê wê sînorê parêzgeha Reqayê û saxa Sirînê ye, li rojhilata wê sînorê herêma Tilebyede, li rojavayê wê sînorê Herêma Cerablusê û çemê Ferate. Kobanî dikeve koka kasê Mistenûr ya bakur û tev dikevin hindirê desta Sirûcê. Bêtirî 350 gundên Kurdan di herêma wê de ye, ji wan gundan gellek kevnar û bi saristanîne, wek gundên: Helinc û Tilêcib, Tilxezal, Bozîk, Xanmemed, Sixur, Qilhedîd, Qinê, Qûmliq û gundê herî navdar gundê Sêranê ye, yê ku dîroka saristaniya wî vedigere 700 sal berî dîroka zayînê. Wateya navê wî ji navê Sêr hatiye, ji ber ku gellek Sêrên kavilîn ji kevirî res lê hebûn û gis hatin dizîn, yek ji wan Sêran li ber dergehê Gulîstana Resîd li bajarê Reqayê ye û hinek ji wan di entîkxana Helebê da ne û gellek ji kavilên Sêranê di entîkxana Lover de li bajrê Parîs in.

 

Milletê Kobanî di nav gelê kurd de bi navê Berazan tê nasîn û di nav hev de bi navê êlên: Kêtik, Sêx, I’llêdîn, Mi’ef, Zirwar, Ox, Sedad û Pîjan. Niha rola êlîtiyê kêm bûye û milletê Kobanî dibe milletekî bajarî û saristanî.

 

Di çand û toreya kurdî de gelek xortên wê wek stêran li asîmanê çanda kurdî dibrûsin ji wan: Sehînê Bekirê Soreklî, Dilbixwin Dara, Rêberê Kobanê, Can Bapîr, Dilsoz, Jan Dost, Salih Bozan, Salih Demîcer û helbestvanê mezin Bêbuhar.

 

Di huner û mûzîka kurdî de jî gelek hunermendên Kobanî ketine rêza yekem, çi di awaz û çi jî bi deng û sazbendiya xwe, ji wan Resîd û Xalid Sofî, Mistefa, Baran û Ze’îm Kendes, Ehmedê Çep, Kardox Beyro, Siyamend Oskullî û Hozan û gelekên din. Pirraniya van hunermendan li ser rûpelên rojname û kovar û televîzyonan tên xuyakirin.

 

Çawa ku ava kaniyên Kobanî desta Sirûcê ji xwe re kiribûn mêrg, û çawa keç û xortên Kobanî kasê Mistenûr ji xwe re kiribûn seyrangeh, wisa jî gellek keç û xortan xebat û karê konevanî (siyasî) ji xwe re kirine kar gellekan can û xwîn kirin diyarî, di ber doz û netewa gelê kurd de, û pir bi salan bûn mêvanên zindanan û girtiyên girtîngehan.

 

Folklora kurdî bi taybetiya xwe ya Kobankîn zengîne, di çîrok û stran û metelok û destanan de, dikeve nav folklora Kurdistanî û bi xwe re zengîn dike, ji wî folklorî yê ku di bîranînê de dimîne, tomarkirina destanên evînî Mem û Zîn, Xec û Siyamend, Dewrêsê Evdî, Delalê Edûlê û Xem Êmosa Evdî bi dengên dengbêjên folklorî: Baqî Xido, rehmetî Misoyê Bekebûrê, Xidirê Hebesê, Havizê Kor û bi deng û sazbendiya kemancê Hemedê Dûman û tembûra Hemedê Hadî.

 

Belê Kobanî herêmeke bingehîne ji sê herêmên bingehîn yên rojavayê Kurdistanê, taybetiyeke wê di çand, huner, dîrok, folklor, gerdis û ziman de heye, û di nav gelê kurd de bi zengînbûna saristaniya herêma xwe ya kurdî (kurdayetî) tê nasîn.

 

Wisa wekî ku pir bajar li ber avê û li ser destan û di kokê Kas û çiyan de çê bûne, di dîroka gerdûnê de, bajarê Kobanî jî di navbera herdu kaniyên xwe de û di hembêza desta Sirûcê de û di koka kasê Mistenîr de çê bûye.

 

 

saat